Saleke Iraq bê hukûmet û serok-komarê nû ye

Salek derbas bû..Lê ne hukûmeta nû û ne jî serok-komar nehatin hilbijartin.
Û li şûna wê, aloziya siyasî û nakokiyên di navbera aliyan de ku rê li ber mirinan vekir, li Iraqê serdest in.

10’ê Cotmeha 2021’an li Iraqê hilbijartinên giştî pêk hatin.

Her çendî aliyên siyasî li wela hilbijartin weke demokratîk binav kirin jî heta niha nekarî berdewamiya wê bînin.

Yanî tevî ku salek di ser re derbasbûye jî hukûmet û serok-komarê nû nehatine diyarkirin.

Sedema vê yekê jî şerê di navbera Muqteda Sar û hêzên ku Îran alîgiriya wan dike.

Ev jî nahêle ku hukûmeta nû were avakirin.

Aliyên din ê aloziyê jî helwesta PDK’ê ya di mijara serok-komariyê de ye.

Pirsgirêka di navbera aliyên siyasî û bi taybet komên Şîa de rê li ber mirina bi dehan kesî vekir.

Û lîderê koma herî bi hêz li welat Muqteda Sadr pêkanîna hilbijartineke pêşwext weke rêya çareseriyê ferz dike.

Back to top button