Hevseroka berê ya Kantona Cizîrê Hediya Yûsif ji bo wefata Şêx Himêdî, peyama sersaxiyê da.
Hediya Yûsif di peyama sersaxiyê de ev tişt got: Bi xemgînî me agahiyê wefata şêxê eşîra Şemer û hevserokê berê yê kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El Hadî bihîst.
Şêx Himêdî ji ber ku bi avakirina civakeke demokratîk bawer kir, her tim wesyeta biratî, îsrara jiyaneke bi rûmet û biratiya gelan dikir.
Hediya Yûsif: Şêx Himêdî her tim banga biratiya gelan dikir
Şêx, fikrên rêber Ocalan ê avakirina civakeke azad a demokatîk bawer kir û roleke bi nirx di şoreşa Rojava de list.
Ji ber xebeta wî ciwanên Ereb ji bo parastina welat û gel tevlî nava hêzên YPG û QSD’ê bûn.
Hediya Yûsif dawiya peyamê sersaxî ji malbatê, eşîra şemer û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Şêx Himêdî û Hediya Yûsif Tîrmeha 2014’an wek hevserokên Kantona Cizîrê hatin hilbijartin.