KCK Gerîllayên li Zap û Metînayê silav kirin

Rojên 25 û 26’ê Mijdarê gerîllayên li herêmên Zap û Metînayê li dijî hêzên artêşa Tirk bi operasyonên şoreşgerî rabûn.
Ji ber encamên serkeftî, KCK’ê gerîlla û fermandarên li van herêman silav kir.

Gerîllayên HPG’ê û YJA-Star’ê salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê bi çalakiyên mezin pêşwazî kirin.

Bi vê armancê li qadên Girê Hekarî û Girê Cûdî yên Zap û Metînayê operasyonên şoreşgerî li dijî artêşa Tirk pêk anîn.

Bi vê boneyê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyamek weşand û tê got:

“Rojên dawî gerîla bi çalakî û operasyonên şoreşgerî derbên giran li dijmin xistin.

Ji ber van encamên serkeftî, em gerîla û Fermandariya Bîryargeha Navenda Parastina Gel pîroz dikin.

Pêşwazîkirina gerîlla a salvegera damezrandina partiya me bi çalakî ê tevgerên şoreşgerî, pir bi wate ye.

Bê goman ev gerîlla moralek mezin da part, gel û dostên me.

Sekna gerîlla nîşaneya wê yekê ye ku di sala 45’an a partiyê de wê hesabê mezin ji dijmin were pirsîn.

Back to top button