
Dewleta Tirk a dagirker ev 10 roj in êrişî Rojava dike.
Vê sibehê 4 gundên Kobanê û Şêrawa bûn armanca êrişan.
Artêşa Tirk îro careke din berê topên xwe da Kobanê.
Û gundê Zormexar, Çarxilî û Koran topbaran kir.
Her wiha gundê Bênê yê navçeya Şêrawa jî bû armanca êrişan.
Herî zêde Tirkiyê êrişî çavkaniyên jiyanî dike.
Di vê derbarê de doh dîsa êrişî Kobanê kir.