Ji ber ambargoyê şêniyên Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bê kehrebe ne

Hikûmeta Şamê ambargoyeke giran li ser Şehba, taxên Eşrefiyê û Şêxmqsûd ên Helebê ferz dike û ji ber nebûna mazotê, jeneratorên kehrebeyê ji xizmetê derketine û kehrebe li herêmê hatiye qutkirin.

Desteya Şaredariya Herêmî ya Şehbayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber nebûna mazotê hemû jeneratorên kehrebeyê li kantonê wê ji îro de bên rawestandin.

Firqeya 4’an a girêdayî hikûmeta Şamê nahêle sotmenî derbasî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bibe.

Ji ber wê jeneratorên li wan taxan jî, hatine rawestandin.

Back to top button