Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte li ser navê dewleta Hollandayê ji ber rola wan di koletiyê de heye û heta niha didome, lêborîn xwest.
Mark Rutte diyar kir bi sedsalan welatê wî û nûnertiyan koletî ava kirine, teşwîq kirine û ji vî tiştî sûd wergirtine.
Rutte di televîzoyna neteweyî ya Arşîva Neteweyî ya Hollandayê de got;
“Ez îro lêborîne dixwazim.
Îro kesên dijîn ji ber koletiyê tu sûcekî wan tune.
Lê dewleta Hollandayê berpirsê êşa kesên hatine kolekirin û ya neviyê wan e.”
Serokwezîra Aruba: Ev gaveke girîng e
Serokwezîra Arûbayê Evelyn Wever-Croes a ku ew jî yek ji mêtingehên kevn ên Hollandayê bûn doh daxuyanî da û got:
“Ev di dîroka qraliyetê de gaveke girîng e.”
Serokê Tazmînata Neteweyî a Sûrînamê Armand Zûnder jî got:
“Eger hûn qebûl dikin ku li hemberî mirovayetiyê sûc hatiye kirin, nexwe careke din bibêjin em berpirsyar in…
A rast ez qala tazmînatê dikim.”
Li gorî dîroknasan bazirganên ji Hollandayê herî kêm nîv milyon koleyên ji Afrîkayê birine parzemîna Amerîkayê û ew şandine Brezîlya û Karayîpê.
Evqas ên ji Asyayê jî li Giravên Hîndê yên Rojhilat û li Endonezyayê hatine kolekirin.