”Divê bi belgeyan nexweşiya kujerê komkujiyê were pişterastkirin”

Parêzer Beşdar Hesen anî ziman ku îdiayên dibêjin nexweşiya derûnî bi kujerê komkujiya Parîsê re heye, divê bi belgeyan ev nexweşî were eşkerekirin ne bi gotin.

Parêzer Beşdar Hesen derbarê îdiayên ku dibêjin kujerê komkujiya Parîsê nexweşiya derûnî pêre heye, ev nirxandin kir:

“Madem ev kes nexweşiya wî ya derûnî heye, çima ji nava tevayî Fransayê navenda Kurdan hedef girt.

Ber vê yekê ev mijar cihê gumanê ye.

Yan jî çima piştî ji girtîgehê derketibû nebiribûn nexweşxaneyek ya derûnî.”

Beşdar Hesen diyar kir ku Hikumeta Fransayê divê lêkolînek li ser vê bûyera terorîstî ya li Parîsê rû dayî bike.

Her wiha divê kesûkarên qurbaniyan wekalet bidin parêzerên dosyayê û wiha got:

”Parêzer divê bizanin ev tawanbar ji beriya were girtin qet serdana nexweşxaneya derûnî kiriye yan na.”

Di dawiyê de Parêzer Beşdar Hesen anî ziman ku divê Fransa ku yek ji welatên di warê mafê mirov de pêşketiye, lêkolînek baş li ser bûyerê bike.

Back to top button