ŞAREDARIYA GEL A FAFÎNÊ ELEKTIRÎK GIHAND GUNDÊ HASÎN

Di van salên borî de ji ber rewşa şer li Şehbayê binesaziya herêmê hat hilweşandin û gelek gundên herêmê bê av û kehrebe man.

Piştî ku herêm ji destê komên çete hate rizgarkirin şaredariyên gel jî dest bi xebat û xizmeta gel kirin.

Şêniyên Efrînê ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma berê xwe bidin Şehbayê û li wir bi cih bibin.

Gelek Efrînî jî li gundê Hasîn yê Şehbayê bi cih bûn.

Bi armanca peydakirina pêdiviyên şêniyan, Şaredariya Gel a navçeya Fafînê jeneratoreke kehrebeyê ji gund re peyda kir.

Endamê komîna gundê Hasîn, Henan Osman got kehrebe ji 160 malbatan re hatiye peyda kirin û wê rojane 6 seatan hebe.

Osman bi bîr xist ku sedemên lawazbûna xebatên wan jî ji ber paşguhkirina rêxistinên navneteweyî yên alîkariyan e.

Şaredariyên gel ên Şehbayê xebatên xwe bê navber didomînin da ku kehrebeyê ji hemû şêniyan re peyda bikin.

Leave a Reply

Back to top button