SEZAÎ TEMELLÎ: DIVÊ EM RÊ LI PÊŞ DESTHILATDARIYA KU XWE BI ŞER XWEDÎ DIKE BIGIRIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, qedexekirina hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan û 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxand.

Sezaî Temellî li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan got:

“Tecrdîkirina li Birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina çareserî û aştiyê.

Divê Tirkiyê hay ji vê yekê hebe û li gor vê tev bigere.

Tenê ne gelê kurd divê hemû gel li gor vê hesasiyetê tev bigerin.”

Temellî tekez kir ku divê rê li ber vê desthilatdara ku xwe bi şer xwedî dike, were girtin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo mîtîngên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Amed û Stenbolê jî li dar bixin bang li herkesî kir û got:

“Ji bo aştiyê em hemû jin, kedkar, tirk, kurd, çerkez, ereb û herkesî di 1’ê Îlonê de vedixwînin qadên aştiyê.”

Leave a Reply

Back to top button