Di 29’ê çileya 2014’an Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê hat Ilankirin.
Rêveberiya Xwesr a kantona Efrînê heta berî dagirkeiryê ji ji gel re bû hevî û xelasbûyîna ji aloziyê.
Di dema êirşa dewleta Tirk li ser bajarê Efîrnê şêniyên wê û li hêzên leşkerî bi berxwedaneke dîrokî navê xwe di dîrokê de nivîsand.
Niha jî gelê Efrînê li Şehbayê bi sîstema Rêveberiya Xweser ya Herêma Efrînê berxwedan û tekoşîna xwe dewma dikin.
Piştî destpêkirina serhildana gel li Sûriyê di Adara 2011’an de, li Rojavayê Kurdistanê xwerêxistinkirin û xwerêvebirinê dest pê kir..
Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat ragihandin û di sala 2014’an de rêveberiyên xweser hatin ragihandin.
21 û 27’ê Çile li Cizîrê û li Kobanê rêveberî hat ragihandin.
Di 29’ê çileya 2014’an de jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Efrînê hat ragihandin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji hîmên neteweya demokratîk a ji felsefeya rêber Ocalan e û hemû reng di nava xwe de hewandin.
Armaca wê pêkanîna edalet, azadî û demokrasiyê bû.
Rêvebeiya Efrînê erka wê ew bû ku jiyanek hevbeş di çarçoveya pirengiyê de bi mîsogerkirina mafên jinan û zarokan, peydakirina parastina xweserî û rêzgirtina azadiya ol û baweriyan bi rêve çû..
Li Efîrnê di serî de ji ber faktora ewlehî û aramiyê geşedaneke mezin di aliyê bazirganî, aborî û çandiniyê de çêbû.
Ji ber vê jî bi sedhezaran ji pêkhateyên Sûriyê ji ber şer û binpêkirinên li herêmên hikûmetê û komên çete, li bajarê Efrînê bi cih bûn.
Lê bi pêşketina projeya demokratîk li Efîrnê hêzên derve û hundir li ser astên siyasî û aborî dest bi êrişên xwe yên li dijî herêmê kirin.
Rêveberiya Xweser ya Efrînê di salên 2013-2014-2016’an bi gelek zehmetiyên ku ji ber dorpêça hikûmetê û êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk re rû bi rû man, lê riya xwe dewam kir.
Dewleta Tirk li dijî vê xweseriyê û xelkê Efrînê, di 20’ê çileya 2018’an tevî çeteyên xwe êrişî Kantona Efrînê kirin.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo vê êrişê hemû derfetên xwe seferber kir.
Rûxmî vê jî şervanên YPG û YPJ’ê û gelê Efrînê 58 rojan li hember hemû cure êrişan li ber xwe dan.
Niha jî xelkê Efrînê bi şert û mercên zehmet li Şehbayê di bin banê sîstema Rêveberiya Xweser ya ku bi avakirina komîn, Meclis û Rêvebeiryê dest pê dike, hebûna xwe dewam dike.
Her wiha doza rizgarkirina Efrîn û vegera wê jî armancên wê yên sereke ne.



