Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 14 hezar derbas kir

Ji bo Bakurê Kurdistanê rojên zehmet derbas dibe.
Bi hezaran avahiyên hilweşiyayî û li pêşberî vê rejîmek xemsar heye.
Alîkariya gel ji bo mexduran dixwazin bigihînin herêmê jî ji aliyê polan ve têne astengkirin.
Heta niha bêtirî 30 hezar mexdûrên erdhejê serî li Navenda koordînsasyona Krîzan a HDP’ê daye.

4 rojin, banga hewar û alîkariyê tê kirin.

Bi hezaran avahiyên hilweşiyayî û xemsariya rejîma deshilatdar.

Her kêliya derbas dibe, hêviya rizgarkirina kesên ji bin kavilan jî kêmtir dike.

Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Dîlokê ku Rewşa Awarte (OHAL) lê hatiye ragihandin axivî.

Erdogan got:

“Di erdhejê de heta niha 14 hezar û 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Jimara birîndaran jî bû 63 hezar û 794 kesan.”

Heta niha li gorî hatî piştrastkirin jimara avahiyên hilweşiyayî jî 6 hezar 444 in.

Her çiqasî şefê rejîma Tirkiyê Erdogan, xwest rewş weke di bin kontrolê de nîşan bide jî lê ev yek qet hêsan xuya nake.

Polîsan alîkariya diçû meletiyê desteser kir

Li aliyekê din, rejîm a ku ji xwe ditirse, dixwaze her tişt weke ku ew dikin bide nîşandan.

Alîkariya gel a ji bo mexturan tê şandin jî desteser dike.

Polîsan TIR’a alîkariyê ya ku HDP’a Mêrdînê ji bo Meletiyê şand, li têketina navçeya Wêranşarê ya Meletiyê desteser kirin.

30 hezar kesî serî li navenda koordînasyona krîzan a HDP’ê da

Divê navberê de, xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî erdhejê didome.

Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiyê navenda koordînasyonê koordîne dike.

Li gel navendên krîzê yên li 10 bajaran hatine avakirin, her wiha Navenda Koordînasyona Krîzan ku 50 kes lê dixebitin, bi awayekî 3 vardiyayan 24 saetan dixebitin.

Navendê diyar kir ku heta îro saetên nîvro 30 hezar mexdûrên erdhejê serî li wan dane.

HDP’ê di çarçoveya van agahiyan de bi hezaran agahî dan AFAD’ê.

WHO ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyê

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus têkildarî erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê daxuyanî da û got ku ji bo alîkariyê fon hatiye veqetandin.

Ghebreyesus di daxuyaniya çapemeniya li navenda rêxistinê dayî de got:

Ji bo alîkariya welatiyên Tirkiye û Sûriyê yên ji erdhejê bandor bûne, ji Fona Rewşa Lezgîn 3 milyon dolar hatin veqetandin.”

Li gel van, li her du welatan jî 77 komên tenduristiya lezgîn ên neteweyî û 13 jî yên navneteweyî hatine peywirdarkirin.”

Li navenda erdhej Bazarcixê rewş zehmet e

Back to top button