Komîteya “Azadî ji Ocalan re” li Başûr li dijî komployê dest bi çalakiyê kir

Komîteya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Başûrê Kurdistanê’ bi hevkariya Tevgera Azadî û tevlîbûna nûnerên saziyên çar parçeyê Kurdistanê li dijî komploya navneteweyî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Li Şengalê jî ciwanan bi heman armancê meşek li darxistin.

Komîteya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ ya li Başûrê Kurdistanê’ bi hevkariya Tevgera Azadî û tevîlbûna nûnerên saziyên çar parçeyên Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz li dijî komploya navneteweyî dest bi çalakiya grevê ya 2 rojan kirin.

Çalakî li navenda Tevgera Azadî ya li parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê destpê kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Azadiya Rêberê Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê girîng e.

Bê şert û merc daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.

Divê her kes dakeve kolanan bi awayeke demokratîk daxwaza azadî û mafê xwe bike.

Banga me ji bo hemû aliyên siyasî jî heye ku piştgiriya azadiya Rêber Apo bikin.”

Li aliyê din Îro li dijî komploya navneteweyî bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê, bi sedan ciwanên Êzidî û Ereb meşiyan.

Ciwanên Şengalê li dijî komploya 15 Sibatê meşiyan

Meşa ciwana ji çerxerêya Mam Zekî ya li nehiya Sinûnê destpêkir.

Piştre bi dirûşmeya ‘Em ciwan fedayên Ocalanin’ heya baxçeyê Seroka Apo ya li Geliyê Kersê dewam kir.

Piştî meşê ciwanan daxuyaniyek dan û wiha gotin:

Ciwanên Şengalê: Bi komployê xwestin pêşî li jiyana azad bigirin

“Di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê me Komployeke navnetewî hate li darxistin.

Bi vê yekê re di şexsê Rêber Apo de tevahî gelên Azadîxwaz û mirovahî armac hate girtin.

Bi Komployê xwestin pêşî li jiyana azad û wekhev bigirin.

Gelê Kurd bê nasname bihêlin.

Lê tevî tecrîda girankirî ya 24 salane didome jî, nekarîn vê vînê bişkêninin.”

Ciwanan di dewamê de diyar kirin ku ew weke Ciwanên Êzidî divê ji tevahî cîhanê bihêztir li dijî komployê derkevin û wiha domand:

Ciwanên Şengalê: Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo weke erk dibînin

“Rêber Apo di fermanê de ji tevahî cîhanê bêtir xwedî li me derket û em ji qirkirnê rizgar kirin.

Ji ber vê yekê divê em ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo têbikoşin, em vê weke erk û berpirsyariyên xwe dibînin.”

Li ser navê ciwanên Ereb jî Hisên Ehmed axivî û da diyarkirin ku wê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêber Apo dinava têkoşîna hevpar debin û heya dawî wê li ser piya bin.

Back to top button