Di rapora CPT’yê de têkildarê tecrîdê tu agahî nîne

2 sale agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Ji bo wergirtina agahiyekê ji Rêber Ocalan gelê Kurd û dostên xew bang dikin. Lê li cihê vê saziyên peywendîdar bi erka xw ranabin. Komîteya Girtina Ber li Êşkenceyê (CPT) rapora xwe ya sala borî aşkere kir, lê careke din têkildarî rewşa Rêber Ocalan agahî neda.

CPT, rapora xwe ya 32’yemîn a giştî ya sala 2022’an weşand.

Rêveberên CPT’yê destnîşankirin ku meha Îlona 2022’yan serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye.

Lê tevî vê yekê jî têkildarî rewşa Rêber Ocalan û hersê girtiyên din yên li giravê agahî parve nekir.

Di rapora CPT ya beşa Îmraliyê de wiha hate gotin: ”Armanca bi serdana meha Îlonê ya li Tirkiyê, ew bû ku vekolîna şert û mercên girtiyên biyanî yên li Tirkiyê bê kirin.”

Ev yek jî bi armanca lêkolînkirina şert û mercên li girava Îmraliyê hatiye kirin.

Di dema serdanê de endamên komîteya CPT serdana girtîgeha Tîpa F a kirine.

Di raporê de, bi taybetî bal hatiye kişandina li ser çalakiyên civakî û netêkiliya girtiyan a bi derve re.

Back to top button