Ciwanên Tebqayê diyar kirin ku armanca tecrîdê pêkanîna planên Osmaniyan e.
Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Tebqayê Merwan El Ebdullah got:
“Armanc ji siyaseta tecrîdê, astengiyên zêde li herêmê çêbin.”
Gelek hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji girankirina tecrîdê hene.
Armanc çewisandina nasnameya Kurdane.”
El Ebdullah helwesta navneteweyî ya têkildarî tecrîdê şermezar kir.
El Ebdullah tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Îman El Mihemed jî got:
Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne tecrîdeke li dijî kesekî normal e.
Lê belê tecrîda li dijî kesekî navneteweyî yê xwedî projeya azadiya mirov û yekitiya gelan e.
Îman piştrast kir ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe bidin.