Meclisa Zanistî ya Fiqhî ya Wezareta Ewqafê ya Sûriyê ragihand ku sibe înê, yekemîn roja Cejna Remezanê ye.
Ajansa SANA’ê bi bîr xist ku meclis ji bo diyarkirina roja yekemîn a Cejna Remezanê îro li Mizgefta El-Osman a Şamê civiya.
Her wiha Erebistana Siûdî, Iraq, Filistîn, Îmarat, Urdun, Lubnan ragihandin ku sibe roja yekemîn a Cejna Remezanê ye.