Li taxên Qamişlo sendoqên giliyan hatin danîn

Yekitiya Dermansazan a Qamişlo sondiqên giliyan li nav bajêr danîn û pilan kiriye ku 5 sandoqên din li navçeyên bajêr deynin.

Şêniyên bajarê Qamişlo bang li Yekitiya Dermansazan kiribû ku buhayên dermanan bikin yek, di vê çarçoveyê de Yekitiya Dermansazan 5 sondiqên giliyan li nav taxên bajêr danîn.

Hevserokê Yekitiya Dermansazan a Qamişlo Kamîran Mejdel Bêk diyar kir ku sedema danîna sandoqan ew e ku buhayên dermanan li hemû dermanxaneyan ne wek hev vin.

Mejdel Bêk derbarê makanîzma yekitiyê, ya di vê projeyê de got:

“Giliyên şêniyan dê bi awayekî heftane ji aliyê yekitiyê ve bên dîtin.

Piştî wê dê ji bo dermanxaneyên muxalif serdan bên kirin da ku dermansaz bê hişyarkirin.

Eger gilî dubare bûn, wê dermanxane bê cezakirin. ger dîsa dubare bibin, dê dermanxane ji bo 15 rojan bê girtin.

Mejdel Bêk destnîşan kir ku kesê ku dixwaze gilî bike, bila navê xwe, navê dermanxaneyê, navê derman û nirxê wê binivîse.

Tê payîn ku 5 sandoqên din li navçeyên bajêr (Amûdê, Tirbespiyê, Til Birak, Til Hemîs û Girkê Legê) bên danîn.

Back to top button