Bi armanca pîrozkirina cejna zimanê dayîkê, ev du roje Çalakiyên desteya perwerde û hîndekariyê li şehba tên li darxisttin.
Îro jî şahî li navçeya Til Rifet a Şehbayê de hat lidarxistin.
Şahî li dibistana Şehîd Şaha a li navçeya Til Rifet hat birêvebirin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin bi amedebûna gelek xwendekar, mamoste û mêvanên saziyên rêveberiya xweser dest pê kir.
Axaftin ji aliyê KPC’e demokratîk ve ji aliyê mamoste Îlham Koto ve hat kirin.
Li ser navê kongra star a navçeyê Nazliyê Nûrî jî axivî.
Helbest, stran û govend hatin pêşkeşkirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye wê ev çalakî bidomin heta 15’ê gulanê.