Qamişlo-Konferansa 5. a Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê hat lidarxistin

Bi dirûşma ‘civaka rewşenbîr, destkeftiyan mayende dike’ Konferansa 5. a Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li Qamişlo hat lidarxistin.

Îro bi amadebûna 250 delege ji endamên rêveberiya xweser, TEV-DEM û endamên yekîtiyên rewşenbîrên herêmê, konferansa 5. a Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê hat li dar xistin.

Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo pêk hat.

Axftina vekirinê, ji aliyê hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran Anahîta Sîno ve hate kirin.

Anahîta Sîno bal kişand ser erkên demê yên rewşenbîran û diyar kir ku ewê bi rewşebîrên şoreşger civakê pêş bixin.Pişte Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Xiso jî axivî.

Xerîb Hiso îşaret bi rola rewşenbîrên netewî û rewşenbîrên şoreşgerî kir.

Di konferansê de sînefezyonek derbarê xebata yekîtiyê de hat pêşandan û perspektîvên rêber Apo jî ji beşdaran re hatin xwendin.

Back to top button