QSD encamnameya meha Gulanê eşkere kir

Navenda Ragiahandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bîlançoya meha gulanê eşkere kir.
Li gor wê, bi dehên kesan ji Efrînê hatine revandin û çeteyan destdirêjî li 2 zarokan kiriye.
QSD’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê jî eşkere kir ku 32 caran êriş pêk hatine û 6 şervan û sivîl şehîd bûne.
Li hêleke din, 12 operasyon li dijî DAIŞ û sîxurên dagirkeriya Tirk pêk hatine û di encamê de 21 çete û sîxur, niha di zefta Hêzên Sûriya Demokratîk de ne.

Hêzên Sûriya Demokratîk encama êriş û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û her wiha operasyonê taybet ên li dijî DAIŞ, yên di nava meha gulana borî de eşkere kir.

QSD’ê ragihand ku li herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê, 25 kes hatin revandin ji wan 4 jin in, di heman wextê de, çeteyan destdirêjî li 2 zarokan kir û 4 mêtîngehên nû ji bo guhertina demografîk li ser erdên şêniyên koçberbûyî ava kirin.

Li hêleke din, bêtirî 2 hezar darên berhmedar hatin jê kirin û 18 hezar darên zeytûnan hatin şewtandin, li teniştan kolandina 6 girên şûnwarî.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku di meha gulanê de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi top û balafiran 32 caran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûrî kirine û di encamê de, 6 kes ji sivîl û şervanan şehîd bûn û 4 leşkerên hikûmeta Şamê jî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha QSD’ê eşkere kir ku ji tevgera DAIŞ’ê ya meha gulanê tê fêmkirin ku ew li pey vejandina xwe ye û hewldanên xeternak dike.

Lewra, yekîneyên QSD’ê 12 operasyon, li Hesekê, Minbic, Hol, Dêra Zorê, Tilhemîs, Reqa û Şedadê, pêk anîne, 4 ji wan bi hevbeşiya li gel Koalîsyona Navneteweyî û Hêza Dijterorê ya Başûrê Kurdistanê ne.

Di encamê de, 19 çete hatine girtin û yek jî hatiye kuştin, li kêleka ku QSD’ê 2 sîxurên dagirkeriya Tirk ku agahî li ser navendên leşkerî li Tiltemir, Amûdê, Zirgan û Dirbêsiyê didan dagirkeriyê, girtin.

Li gor Hêzên Sûriya Demokratîk, DAIŞ niha hewl dide li gelek herêmên sûrî xwe bi rêxistin bike û êrişên terorane pêk bîne.

Back to top button