Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Ciwan Oso li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir.
Kesên ku di merasîmê de axivîn diyar kirin ku wê Kesek nikare vîna wan bişikîne û ew ê hêviyên şehîdan bînin cih.
Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Ciwan Oso li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kir.
Li wir bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê wê Rojda Ehmed axivî û got:
“Em malbatên şehîdan, ji balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên ku xelkê me dike hedef natirsin .
Em ê li hember wan êrişan bi hemû derfetên xwe li ber xwe bidin.”
Her wiha yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo jî wiha qala têkoşeriya şehîd Bahoz kir:
“Wî di tevahî şerên li herêmê yên dijî çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk de cih girt.
Bi lehengî erkên xwe bi cih anî.”
Apê şehîd Bahoz Mehcûb Oso jî diyar kir ku Kesek nikare vîna wan bişikîne û ew dê heta dawiyê li ber xwe bidin û hêviyên şehîdan bînin cih.
Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehdî di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.



