Milîsên HBDH’ê li Mêrsînê li wesayîta zirxî xistin

Milîsên HBDH’ê yên Bager Mîlîtan li Mêrsînê di salvegera şehadeha şehîd Zîlan de, li wesayîta zirxî ya dewleta Tirk xistin.

Milîsên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan HBDH di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku faşîzm encex ji şîdeta şoreşgeran fêm bike û ev tişt anî ziman:

“Weke Milîsên Bager Mîlîtan ên HBDH’ê me bi boneya salvegera şahadeta şehîd Zîlan de li Mêrsînê li dijmin xist.

Şeva 25’ê Hezîranê derdora saet di 22.30’an de, me wesayîta zirxî ya li Taxa Akdenîz Sîtelerê dewriye digeriya kir hedef.

Bi êrişa bi bombe û bi çek êrişî wesayîtê kir û di encama çalakiya me de polîsek birîndar bû.

Piştî çalakiya me ya serkeftî, gelek wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û gule berdan derdor.

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan da zanîn piştî çalakiyê milîsên wan bi rengekî bi ewle ji qada çalakiyê vegeriyan e.

Back to top button