RÊVEBERIYA XWESER: NEBÛNA ALIYEKÎ SÛRÎ DI DESTÛRÊ DE, WÊ DEMOKRASIYA WÎ TUNE BE

Rêveberiya Xweser ragihand ku, eger aliyekî Sûrî di destûrê de tine be, wê naveroka wî ji demokrasiyê dûr be..

Der barê vê yekê de buroya Têkiliyê derve daxuyaniyek da û got:

Em weke buroya têkiliyên derve ya Birêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî dîsan hewlesta xwe ya giftûgoyê nû dikin.

Em teqez dikin jî ku ev yek bêyî tevlîbûna hemû pêkhateyên Sûrî ne pêkan e..

Divê vîna siyasî li bakur û rojhilatê Sûrî hebe ku vîna bi milyonan kes li herêmê tîne ziman, ji ber nebûna çi aliyekî Sûrî di destûrê de, tê wateya nebûna demokratiyê, her wiha wê aloziyê kûrtir bike.

Em di Rêvberiya Xweser de, dibînin ku bidûrxistina gel ji çareseriya siyasî rêkareke ne adil e, ev yek bi kar û xebatên me yên ji bo xizmeta Sûrî û gelê wê re nagunce.

Leave a Reply

Back to top button