Erdogan: êdî rojek jî tehemûla me ne maye

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan di her firesendê de gefa dagirkirinê li herêmên bakur-Rojhilatê Firatê dixwe.
Erdogan îro di Meclisa Bilind a Tirkyê de careke din gefa dagirkeriyê xwar û xwest vê carê hevkarên xwe jî zêde bike.
Erdogan got, ew ê ti carî dest ji dagirkeriyê ber nedin.

 

Piştî behndana salê Îro Meclisa Bilind a Tirkiyê dest bi kar kir.

Dema Erdogan ket hola meclisê rastî çalakiyek ya nerazîbûna parlementerên HDP û CHP’ê hat.

Serokê Meclisê Mustefa Şentop weke ku ji rêveberên xwere bêje despêkê axivî û got:

Dijminê herî mezin yê demokrasiyê, tundiye.

Rêveberiyên ku pişta xwe bidin tundiyê wê dawiyê de li pêşberî gel bi bin bikevin.

Ji bo azadiya cihanê divê edalet weke xala sereke were girtin.

Piştre jî serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan axivî.

Erdogan dema dest bi axaftina xwe kir jî yekser gotinên dagirkeriyê ji devî wî derket.

 

Erdoganê ku di bin deshilatdariya wî de tirkiye di nava krîzan de maye, ji bo xwe ji vê yekê xelas bike careke din xwe avêt paş gotinên nijadperestiyê.

Yên ku di navbera xwe û terorê de mesafe dênin emê karibin bi wan re tevger bikin. Bi vê gotinê serokkomarê dewleta tirk a dagirker hewlda ji bo xwe piştevaniyê bigre.

Erdogan careke din got:

Emê ticarî ji armanca xwe venegerin.

Bi ti awayî wê emê bi zorê tiştekê nepejirînin.

Erdogan li wê mukur hat ku ji ber rewşa li herêmê arame, li rojhilatê Firatê tiştek li gorî daxwaza wan pêk ne hatiye

Tiştek li gorî hatî plankirin pêknehat.

Tirkiye wê ji bo parastina herêma ewle li benda keyfa kesê nemêne.

Emê bi xwe rêya xwe vekin. Êdî rojek jî ku em li bendê bimênin nemaye.

Leave a Reply

Back to top button