Rojnamevanê Başûrî Aram Ehmed têkildarî MÎT’a Tirk bang li YNK’ê kir

Rojnamevanê muxalif yê Başurê Kurdistanê Aram Ehmed ragihand ku di destê wî de têkildarî liv û tevgera Mît’ê ya başûr Kurdirstanê belgeyên cidî hene.

Rojnamevanê muxalif yê Başurê Kurdistanê Aram Ehmed bi dimenekê têkildarî mijarê bang li YNK’ê kir.

Aram Ehmed di banga xwe ya ji bo YNK’ê de dibêje:

Di destê min de qeydên deng ên komên taybet ên ku li Silêmanî li dijî welatparêzên Rojava û Bakur sûîkastan zêde dikin û yekser Mît re dixebitin hene.

“Eger ehlewî bê parastin êz ê dengên tekildarî mît û hevkarên wan parve bikim”

Eger ewlehiya kesê deng ji min re şandiye bê piştrastkirin, ez ê di çaroveyek qanûnî de parve bikim.

Hejayî gotinêye li Başûrê Kurdistanê heta niha bi dehan pêşeng û welatparêzên Kurd bi reşkujiya MÎT’a Tirk û hevkarên wan şehîd bûne.

Gelek welatparêzên Kurd ên ji ber rewşa siyasî koçberî li wir bûne jî bi vê metirsiyê re rûbirû ne

Hikûmeta desthilatdar a PDK’ê dewsa eşkerekirina kujaran wan li Hewlerê dihewimîne.

Back to top button