Li Kampa Newroz ya Dêrikê jinekê ji ber germahiyê zêde jiyana xwe ji dest da.
Li tevahî cîhanê pîleya germahiyê bilind bûye.
Di encamê de nexweşî û mirin zêde dibin.
Xedîce Mihemed Kinêhir a ji gundê Um El Kêf yê Til Temrê, ji ber êrşên dagirkeriyê koçî Dêrikê bibû û li kampa Newroz bi cih dibû.
Duh ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest da.
Bijîşkan, welatiyan hişyar dikin ku di saetên herî germ de dernekeven derve, zarok, nexweş û pîran biparêzin.
Berî niha jî li Qamişlo kesê bi navê Abdul-Xelîl Elî ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest da.
https://youtu.be/pRg3JaOI0m8



