Bîlançoya sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan li Efrîna dagirkirî

​​​​​​​Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî bîlançoya sûcên li dijî jinan ên li Efrîna dagirkirî ji sala 2018’an ve eşkere kir.
Rêxistinê ragihand ku ji dema dagirkirna Efrînê ve zêdetirî hezar jin hatine revandin, 99 hatine kuştin û li 74 jinan jî tundiya zayendî û destdirêjî hatiye kirin.

Ji sala 2018. ve sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, bi taybet li dijî jinan dewam dike.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên li herêmên dagirkirî daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Kampa Serdemê bi beşdariya endamên yekîtî û saziyên sivîl pêk hat.

Rêxistina Mafên Mirovan di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Piştî dagirkirina Efrînê ji revandin, îşkencekirin, binpêkirina mafan çeteyan li wir her tişta dijexlaqên mirovî û navnetewî pêk anî, bi taybetî li dijî jinên Efrînê.

Li gorî madeyên 6-7-8 a Peymana Romayê ya bingehîn ev sûc û binpêkirin dikevin xana sûcên şer û dermirovî.

Rêxistinê da zanîn tevî ku di gelek qanûnên navneteweyî de divê jin û zarok werin parastin, lê di her îşkenceyekê re derbas dibin.

Li gorî daxuyaniyê sûc û binpêkirinên ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hatine kirin wiha ne:

  • Zêdetirî hezar jin hatine revandin û çarenûsa gelekan ne diyar e.
  • 99 jin hatin kuştin.
  • Tundiya zayendî û destavetinê li 74 jinan hatiye kirin.

Rêxistinê diyar kir ku ji van sûcan zêdetir diyardeya zewicandina zarokan di bin zext û zorê de jî li herêmên dagirkirî belav e.

Rêxistina Mafê Mirovan di dawiyê de bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî, mirovî û jinan kir ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin û rê li van sûcên hovane bigrin.

Her wiha zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji herêmên dagirkirî vekşe û koçber vegerin ser warên xwe.”

Back to top button