Êrişên dewleta Tirk yên li dijî Başurê Kurdistanê

Êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Başurê Kurdistanê kêm nabin.
îro jî artêşa Tirk ya dagirker gundê Baswê yê bi ser bajarê Silêmaniyê ve bombebaran kir.
Hat ragihandin ji ber bombebaranê agir bi heremê ketiye.’
Her wiha îro baregehên dewleta tirk yên li herema Biradostan jî hatin bombebaran kirin.

Qeymeqamê bajarokê Mawet Kameran Hesen ragihand ku balafirek bê mirov gundê Baswê ya ser bi bajarokê Mawet ya Silêmaniyê bombebaran kiriye.

Kameran got ku ji ber êrişê agir bi herêmê ketiye û ji bo vemirandina agir, tîmên agirkuj berê xwe dan herêmê.

Derbarê ziyanan de ti agahî nehatine belavkirin.

Baregehên dewleta Tirk yên herema Biradost bi dronan hat bombebaran kirin

Li gorî nûçeya Rojnewsê baregehên dewleta tirk yên li Bradost hatin bombebaran kirin.

Hat ragihandin 4 baregehên dewleta Tirk yên li Bermîze, Nawrubarok, û Derya Sor ên ser bi Herêma Biradost ya Hewlêrê, bi dronan hatine bombebaran kirin.

Heya niha nayê zanîn bê ka baregehên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê kêve hatine bombebaran kirin.

Back to top button