“Eşîr xwedî mîraseke dîrokî ne û em ê ewlehiya herêmê biparêzin “

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniyên şer destnîşan kir ku Em ê aramî û ewlehiya herêmê û şêniyan biparêzin”.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hisên Îbrahîm ê li eniyê şer got:

“Ji çend rojan ve dewleta Tirk bi dijwarî li dijî gundên rojhilat û rojavayê Minbicê êriş dike:

Komkujî li dijî şêniyên herêmê pêk anîn û mal û milkên wan talan kirin.

Me ew êriş têk birin û me ewlehiya şêniyan parast.

Armanca me ya sereke parastina ewlehî û aramiya wan e”.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Îsmaîl jî ev yek anî ziman:”

Em niha li eniya Ereb Hesen in ku dewleta Tirk bi dijwarî wê hedef digire.

Em ji vir li hember wan êrişan li ber xwe didin”.

Şervanê bi navê Mihemed El Hisên jî îdiayên dewleta Tirk a dagirker red kirin û got:

“Eşîrên resen xwedî mîraseke dîrokî û niştîmanî ya li dijî dagirkeriyê ne”.

Back to top button