Amerîkayê gelek karxane û kesên bi Rûsyayê re kar dikirin ceza kir

Amerîka li ser gelek karxaneyên ku bi Rûsyayê re di nava hevkariyê de bûn ceza sepand.
Di nav wan de 5 karxaneyên Tirkiyê jî hene.
Rêvebirê Ofîsa Koordînasyona Cezayan a Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê O’Brien got: “Armanca cezayan sînordarkirina hilberîna Rûsyayê ye.”

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser kes û kaxaneyên ku bi Rûsyayê re di nava kar de ne ceza sepand.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê diyar kir ev ceza ji ber hevkariya wan bi Rûsyayê re hatiye sepandin.

Amerîka 5 karxane û welatiyekî Tirk xist lîsteya cezayan

Di nava van de 5 karxaneyên Tirkiyê û hemwelatiyek Tirk jî heye.

Amerîka ji ber şerê Rûsyayê bi Ukraynayê re gelek caran ceza li Rûsyayê dibire.

Kesên ku bi Rûsyayê re di nava hevkariyê de bin jî ji van cezayan bêpar namînin.

Karxaneyên Tirk ên ku ceza li wan hatiye birîn bi tewana alîkariya ji Rûsyayê re têne sûcdar kirin.

O’Brien: Armanc sînordarkirina hilberîna Rûsyayê ye

Rêvebirê Ofîsa Koordînasyona Cezayan a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James O’Brien got:

“Armanca cezayan sînordarkirina hilberîna Rûsyayê ye.

Bi vê yekê re em hewil didin pêşketina Rûsya di warê aborî de asteng kirin da ku ji bo şerê heyî pereyên pêywîst bi dest nexe.”

Ji bilî Tirkiyê di lîsteya cezayan de gelek welatên wekî Rûsya, Gurcistan, Fînlandiya û Îmarat jî hene.

Miller: Cezayên ser tirkiyê bandor li endametiya swêdê bo nato nake

Biryara Amerîkayê ya ji bo cezakirina karxaneyên Tirkiyê di demekê de ye ku endametiya Swêdê bo NATO di rojevê de ye.

DYA li bendê ye ku Meclîsa Mezin a Tirkiyê (TBMM) di serê meha Cotmehê de endamtiya Swêdê erê bike.

Pişt vê cezayê çav li Enqerê ye ku çi biryarê bide.

Lê berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Matthew Miller got:

“Em nafikirin ku ev bi hev ve girêdayî ne û em li bendê ne ev ceza bandorê li ser endametiya Swêdê bo NATO’yê neke.”

Back to top button