
Li bajarê Qamişlo Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi koordîneya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan re bi dirûşma “Bi edalet û wekheviyê azadî û hevgirtina civakê pêk tê” panelek li dar xist.
Di panelê de li ser gelek mijarêm weke, wekheviyê pêşveçûna konseptê, aborî pênaseya edaletê, wekheviya di navbera jin û mêr di jiyana siyasî de û hwd nîqaş hatin kirin.
Têkildarî panêlê, berdevka Meclisa Jinan a Meclisa Qamişlo ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Welîda Hesen axivî û got:
Di civaka me de gelek nêrîn û têgihîştinên şaş der barê edalet û wekheviyê de bi taybetî di mêjiyê jinan de dane rûniştandin.
Bi lidarxistina vê panelê re me xwest em rastiya van têgînan bi jinên civakê bidin nasîn û wan sererast bikin.
Ji bo ku civaka me têgihîştî û zane be, di heman demê de ji bo ku civaka me bikaribe li ser xwe bimîne, pêwîst ku em panêl û projeyên bi vî rengî bi pêş bixin.