Cardin: Firotina balafiran bo Tirkiyê gelek mijaran bandor dike

Serokatiya Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Cardin der barê balfirên F-16 ji bo Tirkiyê daxuyanî da.
Cardin got: “Firotina balafiran bo Tirkiyê, ji bilî qebûlkirina endamtiya Swêdê wê bandor li gelek mijaran bike.”

Serokatiya Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Ben Cardin der barê balfirên F-16 ji bo Tirkiyê daxuyanî da.

Cardin diyar kir biryara Komîsyonê a firotina balafiran bo Tirkiyê, ji bilî qebûlkirina endamtiya Swêdê ya NATO’yê wê bandor li mijarên din jî bike.

Cardin di roja duyemîn a serokatiya xwe de pirsên rojnamegeran bersivand û got:

“Divê ez li ser vê mijarê bi rêveberiyê re biaxivim, ji ber ku ev ne tenê mijarekî, gelek mijaran bandor dike.”

Her wiha diyar kir ku Tirkiye û Swêd li ser mijara endamtiya NATO’yê gotûbêj kirine û got:

“Tirkiye dibêje ev yek wê di meha pêş de çareser bibe.

Eger wisa bibe, herî kêm pirsgirêka NATO’yê wê çareser bibe.

Lê her ku danûstndin pêşde diçin, divê em gelek mijarên din nîqaş bikin.”

Daxuyaniyeke din a têkildarî firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê ji Senatorê Komarî Jim Risch hat.

Endamê payebilind ê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Risch got:

“Eger Tirkiye mîna hevalbendek berpirsiyar a NATO’yê tevbigere wê ji bo wan rêya F-16 vekirî be.”

Serokê berê yê Senatoyê Menendez li dijî firotina balafiran bo Tirkiyê ye

Lê serokê berê yê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Bob Menendez li dijî firotina balafirên şer ên F-16 bo

Cardin: firotina balafiran bo tirkiyê gelek mijaran bandor dike

Tirkiyê ye.

Menendez gelek caran nerehetiya xwe ji polîtîkayên Tirkiyê yên li Rojhilatê Derya Spî, Egeyê û rewşa mafên mirovan anî ziman.

Her wiha li hember serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî gelek caran bûye xwedî helwest.

Erdogan duh piştî ji serdana xwe ya Naxçivanê di balafirê da pirsên rojnamevanan bersivand û got:

“Yek ji pirsgirêkên me yên herî girîng ên F-16’an çalakiyên senatorê Amerîkî Bob Menendez ên li dijî welatê me bû.”

Erdogan diyar kir ku Menendez di gelek mijaran de li dijî wan derketiye û got:

“Derketina Menendez di berjewendiyên me de ye.”

Back to top button