KNK: Gelê Ermen piştî 108 salan bi trajediyeke din re rû bi rû ye

Konseya Rêveber a KNK’ê êrişên Tirkiye û Azerbeycanê yên li ser gelê Ermen şermezar kir.
KNK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî û civata navnetewî kir ku bêdeng nemînîn û rê nedin trajediyeke mirovî.

KNK’ê derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got,

”Tişta niha li herêma qerebaxê diqewime, qirkirina nijadî ye, weke qirkirina 1915’an e. Îro li herêma Qerebaxê bi destê dewleta Azerbeycanê û dewleta Tirkiyeyê derbederkirinek nijadî tê kirin. .

“Dema em li dîmenên li Qerebaxê temaşe dikin, dîmenên Şengal, Efrîn û Serêkanîyê têne ber çavên me.

Tişta îro li Qerebaxê diqewime encama vê zîhniyetê ye. Eger pêşî li vê zîhniyetê neyê girtin, wê dîmenên vê trajediyê li gelek deverên din jî derkevin pêşiya mirovahiyê.”

KNK’ê piştgiriya xwe bi gelê Ermen re ragihand û bang li hemî sazî û dezgehên navnetewî û hêzên cîhanî kir ku li hember vê tradejiyê bêdeng nemînîn.

Back to top button