NYT: Tirkiye jimara miriyan vedişêre

Rojnameya Amerîkî ya binav û deng, New York Times li ser vê yekê nivîsek weşand û got, rastiya bîlançoya vîrûsê ya li Tirkiyê tê veşartin

Rojnameya New York Times, diyar kir ku Tirkiye di pêvajoya vîrûsa corona de ji daneye fermî yên aşkere dike wêdetir bi felaketek mezintir re têdikoşe.

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe hikûmet rastiya vîrûsê vedişêre.

Rojnameyê anî ziman ku li gorî daneyan li Stenbolê rêjeya mirinê ji sedî 50 zêde bûye û dibe ku Tirkiye jimara miriyan vedişêre.

Li Bidlîs û Stenbolê 6 tax weke qada bi rîsk hatin ragihandin

Li aliyekê din, bi îmzeya Sewrokkomarê tirk Erdogan, li Stenbol û Bedlîsê 6 tax weke “qada bi rîsk” hatin îlankirin.

Biryarên hatine îlankirin, di Rojnameya Fermî ya dewletê de hat weşandin.

ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovan tuneye

Rewşa li girtîgehan jî metirsî dare.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê rapora 3 mehan a der barê rewşa girtîgehên Anatoluya Navîn de amade kiribû bi raya giştî re parve kirin.

Komisyonê di Rapora Şopandina Binpêkirina Mafan a Girtîgehan de diyar kir ku wan li gori dane û çavdêriyên parêzer, malbat û xizmê girtiyan ên serî li wan dane ev rapor amade kirine.

Di raporê de li girtîgehan binpêkirina mafan, mirin, muameleya xerab, zext û binpêkirina mafê ragihand û tenduristiyê zêde hatine balgekirin.

Komisyonê bang li Wezareta Dadê û rasizyên eleqeder kir ku erka xwe pêk bînin.

Back to top button