Di êrîşên Îsraîlê li Sûriyê de 9 çekdarên Îran û Huzbullah hatin kuştin

Îsraîlê deverên hêzên Îranê û Huzbullaha Libnanî li çolistana Humsê bombebaran kir, 9 çekdar hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirov ragihand ku duh êvarî Israîlê deverên hêzên Îranê û çekdarên Hizbulaha Libnanî li rojhilatê çolistana Himsê bombebaran kir.

Di encamê de 9 çekdarên Îran û Huzbullahê hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve ragihandina hikumeta Şamê jî piştrast kir ku duh Israîlê êrîş li çolistana Humsê pêk anîn.

Li gorî ajansa SANAyê parastina esmanî ya hikumeta Şamê êrîşên Israîlê têk birin.

Back to top button