Meclisa Sûriyeya Demokratîk-MSD’ê êrişa bi balafirên bêmirov a li dijî şahiya derçûna efserên fakulteya leşkerî ya li Himsê ku di encamê de bi dehan sivîl û leşkerî bûn qurbanî şermezar kir.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk-MSD’ê êrişa li dijî fakulteyê bi tundî şermezar; sersaxî da malbatên qurbaniyên êrişa li Himsê û got:
“Ev êriş hemwextî êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker a terorîst ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin ku şênî, avahiyên wê û navendên xizmetguariyê dike hedef.
Her wiha di van kêliyan de li dijî jiyana sivîlên li Idlibê êrişên hovane têne kirin.′′
MSD′ê êrişên li ser Sûriyeyê bi tirsokek û xirab nirxand û wiha bedewamî da daxuyaniya xwe:
“Ev êriş kiryarekî dermirovî ne, sûcekî şer li dijî sûriyeyan e, her wiha li ser ewlehî û istiqrara herêmê gef in.”
MSD′ê diyar kir ku berpirsê rewşa sûrî hikûmeta şamê ye û daxuyand ku pêwîstî bi çareseriyeke siyasî heye bang li tevahî aliyan kir ku ji bo çareseriyê gavan bavêjin.