Fermandarê QSD’ê Dijwar Reqa: Êrişên dijmin bê bersiv namînin

Fermandarên QSD’ê yê herêma Eyn Îsa Dijwar Reqa diyar kir ku ew ê êrişên dijmin bê beriv namîne û ew ê gelên xwe biparêzin û got:
“Em ê li hemberî êrişan bibin mertalên xurt û planên Tirkiyê yên dagirkirina xaka Sûriyê têk bibin.”

Dagirkeriya tirk ev demeke bi awayeke dijwar êrişê heremê dike.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di çarçoveya mafê parastinê de bersiva dewleta tirk a dagirker didin.

QSD’ê li nêzî navçeya Eyn Îsayê li dijî baregehên dagirker çalakî pêk anîn.

Yek ji Fermandarê QSD’ê yê herêma Eyn Îsa Dijwar Reqa derbarê êrişên dagirkeriya tirk de axivî û got:

“Dagirkeriya Tirk di rojên dawîn de êrîşên xwe li herêmên sivîlan ên Girê Spî zêde kirine.

Di van êrîşan de çekên wekî tank, obus, balafirên şer û yên keşfê bi karanîn.

Artêşa dagirkere bi zanebûn navendên xizmetguzariyên wekî stasyonên av û ceyranê hedef digire ji bo ku zerarê bide gel.”

Fermandarê QSD’ê diyar kir ku hêzên wan li nêzî navçeya Eyn Îsa li dijî jêderên êrîşan dagirkeriya tirk bersiv dane û ev agahî parvekir:

“Di encama bersivdayînê de 6 leşkerên dagirkerên Tirk hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Di heman demê de çeteyek hat kuştin û 5 çeteyên din birîndar bûn.”

Fermandarê QSD′ê Dijwar Reqa teqez kir ku ew ê li dijî her cûre êrişên dewleta dagirker wê gelên xwe biparêzin û ev êriş wê bê besiv nemînin.

QSD’ê bersiva êrişan da: 4 Leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin

Back to top button