Şêniyên Til Birakê: Êrîşên qirkirinê domandina komplo ye

Şênî, siyasetmedar û endamên saziyên sivîl ên navçeya Til Birakê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin û rêbazên sekna li hember komployê nîşan da.

Hevserokê Saziya Olî ya Navçeya Til Birakê Ehmed Xelîl diyar kir ku hêzên navnteweyî ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, lew ra komplo li dijî wî pêk anîn.

Ehmed Xelîl da zanîn ku hêzên komploger fêm kirin ku bi dîlgirtina Rêber APO nikarin rê li pêşiya belavkirina fikrên wî bigirin, ji ber wê tecrîd li ser giran kirin.

Xelîl got : ” Me bi avakirina Rêveberiya Xweser û pêkanîna felsefeya Rêbertî careke din komplo pûç kir .

Emê belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û heta serkeftinê dev ji berxwedanê bernadin.”

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Til Birakê Îman El Elî jî banga xurtkirina têkoşînê li dijî komplogeran kir .

Welatiyê bi navê Talib El Nazir derbarê heman mijarê de got :

” Êrişên qirkirinê û pêkanîna planên siyaseta şerê taybet berdewama komployê ye. ”

El Nazir destnîşan kir ku dê li dijî siyasetên şerê taybet û qirkirinê bisekinin .

Back to top button