Hêzên Rizgariya Efrînê bersivê didin êrişan

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku wan bi ser nuqte û kozikên dagirkeriya Tirk de girtine.
4 çalakî li dijî wan pêk anîne û 21 leşker û çete hatine kuştin û birîndarkirin.
Ne tenê ev, lê belê dîmenên wan çalakiyan jî belav kirine.

Vê sibehê Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku wan li Ezaz, Bab û Şera li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anîne.

Roja 9’ê Cotmehê , li bajarokê Babê , Hêzên rizgariyê çalakiyeke taybet lidar xistin. ..

Bi rengekî profesyonel li dagirkeran didin. Li vir 3 çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn.

Her wiha seyareyek jî hate îmha kirin.

HRE: 21 leşker û çete hatin kuştin û birîndarkirin

Di roja 11’ê Cotmehê de jî hêzên rizgariyê çalakiyeke taybet li baregeha Dabiq a Ezazê li dar xistin.

Weke tê dîtin 3 leşkerên artêşa Tirk tên kuştin, 4 leşker jî birîndar dibin.

Seyareya bi tîpa Eqreb hate îmhakirin.

Di heman rojê de çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dewleta Tirk êrîşê gundê Medûnê yê girêdayî Şehba kirin.

Hêzên Rizgariyê bersiva pêwîst dan û hewldana çeteyan têk birin. Di encamê de 3 çete birîndar bûn.

12’ê Cotmehê jî HRE çalakiyeke vê carê li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker li Ezazê pêk anî.

Di vê çalakiyê de jî leşkerek artêşa Tirk hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Dîsa di heman rojê de li xeta Ezazê bi çalakiyeke sekvanî çeteyek hate kuştin.

Di heman rojê de baregeha artêşa Tirk ya Enabkê ku girêdayî navçeya Şera ye hate armanc girtin.

Di encama vê çalakiyê de jî 2 leşkerên dewleta tirk a dagirker birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê eşkere kir ku heya dagirkerî li ser xaka me hebe wê çalakiyên wan dewam bikin.

Back to top button