KJK’ê pêngava ”Ji Abdullah Ocalan re Azadî” silav kir

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10 Cotmehê de hatî destpêkirin, silav kir.
KJK’ê got: ”Bi hêza têkoşîna me ya hevpar, Rêber Apo wê bi fîzîkî azad bibe .”

Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê bi navê,
“Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” pêngavek dabû destpêkirin.

KJK’ê di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku li dijî şert û mercên dîlgirtinê ku bi komploya navneteweyî hat afirandin, roja 10’ê Cotmehê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin.

KJK’ê di dewamê de beşdarên pêngavê silav kir û got :

KJK: Jin pêşengiyê ji çalakiyan re dikin

“Jinan pêşengî ji çalakiyên ku ji Bangladeş, Tokyo, Hindistan, Kenya, Efrîkaya Başûr, Latîn Emerîka û heta Ewropayê li gelek cihên cîhanê kirin .

Ji ber vê yekê weke Tevgera Jinên Kurd em wan jinan silav dikin.

Em bawer dikin ku wê pêngav bi serkeftinê bi encam bibe û ev çalakî wê diyarker bin.”

“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bûye daxwazeke enternasyonalîst”

KJK’ê da zanîn ku belavkirina çalakiyên li ser asta cîhanî bandora fikrên Rêber Apo radixe ber çavan û wiha dewam kir :

” Çalakiyên ku li seranserê cîhanî hatin kirin, bandora girîngiya piştevaniya enternasyonalîst danî holê.

Ev piştevanî û yekîtiya mezin wê hîn xurttir û mezintir bibe û pêş bikeve.

Ev yek wê li dijî şer, qirkirin, faşîzm, zayendparêzî, nîjadperestî, qirkirina xwezayê û pirsgirêkên avhewayê re bibe helwest û seknek.”

KJK: Êrîşên qirkirinê wê nebe sedem ku Kurd paş ve gav bavêjin

KJK’ê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Rojava, Mexmûr, Şengalê bi giştî Başûrê Kurdistanê weke êrişên qirkirina kurdan binavkir û wiha pêde çû:

“Li Rojava, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê li pey hev li Wargeha Mexmûrê ku di bin parastina NY’ê de ye, malên sivîlan hatin bombekirin û jin û zarok birîndar bûn.

Ev êrîşên qirkirinê wê nebe sedem ku Kurd paş ve gav bavêjin.”

Koordînasyona KJK’ê di dawiyê de banga têkoşîna hevpar ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Li 74 navenda Pêngava Azadiya Ocalan

Back to top button