JAIMS JEFFREY: EMERÎKA DI HEVKARIYA BI QSD’Ê RE BI ISRAR E

Nûnerê taybet yê DYE ji aloziya Sûriyê re Jaims Jeffrey diyar kir ku Emerîka di hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi israr e.

Jeffrey di civîneke Meclisa Şiyûxa Emerîkî, ku ji aliyê Komîteya Karûbarên Derve ve hatibû birêxistinkirin de axivî.

Jeffrey got:

Planên me yên hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî berdewma in.

Jeffrey tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di vê mijarê de bi israr in û QSD jî soza berdewamiya hevkariyê daye wan.

Têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî jî, Jeffrey got:

Ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî heta niha bi dehan ji DAIŞiyên girtî reviyane.

Leave a Reply

Back to top button