Bi boneya 9’emîn salvegera damezrandina Tevgera Azadî gelek rêveber û nûnerên partiyên siyasî li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî kirin.
Û damezrandina Tevgera Azadî ye pîroz kirin.
Rêveber û nûneren aliyên siyasî salvegera damezrandina Tevgera Azadî pîroz kirin.
Bi navê malbenda şehîdan jî birayê şehîd Diyar Xerîb, Rizgar Xerîb jî serdana baregeha Tevgera Azadî kir û damezrandina tevgerê pîroz kir.
Partî û aliyên Kurd yên Kerkûkê bi desteyên gulan serdana avahiya Tevgera Azadî kirin û bi boneya 9’emîn salvegera damezrandina wê, Tevgera Azadî pîroz kirin.
Di serdana pîrozkirinê de, Berpirsê Peywendiyên Melbenda 2 ya Kerkûkê ya YNK’ê Cengî Ezedîn bi daxuyaniyek damezrandina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê pîroz kir û got:
“Em salvegera damezrandina Tevgera Azadî pîroz dikin.
Tevgera Azadî xwedî statuyek civakî ye û yekane partiye ku di nava gel de xwedî roleke baş bû. Em spasiya vê rola wan dikin.”