Siyasetmedarên li Qamişlo û Şehbayê diyar kirin ku gel bi helwest û berxwedana xwe nîşanda ku wê nehêle dagirkeriya Tirkiyê bi van êrişên xwe bighîje armancên xwe.
Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El Partî) Nesreddîn Îbrahîm, diyarkir ku dagirkeriya tirkiyê bi şêwazê qirêj û hovane wê nikaribin vîna gelê herêmê têk bibin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Mehmûd Osê jî axifî û got:
“Çavê dijmin li dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye lê gelê me berxwedana dîrokî didin meşandin, nehêlin dagirkerî bighîje armancên xwe.”
Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê jî got:
“Tevî hemû êrîşan jî gel helwestêkî pir pîroz nîşan daye, li cem hêzin parastinê sekiniye û ev jî berxwedanek bê hempa ye.”
Endamê Ofîsa Partiya Sûriyeya Pêşrojê ya Efrîn û Şehba Mihemed Beyrem jî nêrînên xwe wiha anîn ziman:
“Bila dewleta Tirk zanibe ku gel bi xaka xwe ve girêdayî ye û wê bi berxwedanê hemû êrîşan têk bibe.”