Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Shoigu û Serokê Erkanê Artêşa Rûsya Valery Gerasimov bi awayekî dîmen bi Fermandarê Giştî yê QSD`ê Ceneral Mezlûm Ebdî re axivin.
Der barê mijarê de Fermandariya Giştî ya QSD`ê daxuyanîyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Wezîrê Parastinê yê Rûsya birêz Sergey Shoigu û Serokê Erkanê Artêşa Rûsya birêz Valery Gerasimov bi awayekî dîmen bi Fermandarê Giştî yê QSD`ê Ceneral Mezlûm Ebdî axivin.
Her du aliyan encamên hevpeymana Sochi ya di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku di 22 meha Cotmehê de li Sochi hatiye lidarxistin, nîqaş kirin.
Fermandarê Giştî ya QSD`ê spasiya xwe ji bo Serokê Rûsya Vladimir Putin û yekitiya Rûsya ji bo karê wan a bidawîkirina şer li herêmên me û dûrxistina sivîlan ji karîsetan, anî ziman.
Her wiha fermandarê giştî fikarên xwe der bare hin xalên hevpeymanê anî ziman ku pêwîstiya wê bi nîqaş û diyalogê heye da ku nêrînên wan nêzik hev bin.”