Mala Êzdiyan: Em ji aliyê dewleta Tirk ve tên qirkirin

Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê Êzîdiyên li Bakûr û Rojhilatê Suriyê jî bi hêrs in.
Mala Êzidîyan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke girseyî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk DAIŞ’ê zindî dike û piştî fermana 73’an Êzîdî bi qirkirineke nû re rû bi rû ne.

Mala Êzidîyan a Herêma Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Berzan a Hesekê bi daxuyaniyeke girseyî şermezar kir.

Endamên Mala Êzidîyan û Êzidîyên ji Serêkaniyê û Zirganêv ku neçarî koçberiyê bûne jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Mala Êzidîyan Leyla Îbrahîm daxuyanî xwend û destnîşankir ku, gel û civakên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dijî ti carî xeteriyek li ser Tirkiyê çênekirine û her tim banga aştî û aramiyê kiriye.

Leyla Îbrahîm anî ziman ku tevî vê yekê kurdên Êzîdî û pêkhateyên din yên li herêmê rastî qirkirinê tên û weha got:

“Dewleta Tirk hewl dide biratiya di navbera pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Ermen, Kildan û Asûriyan de têk bibe û li şûna aştî û hezkirinê çanda kuştin û serjêkirinê bîne. Eger dewleta tirk xwe ji xaka sûriyê venekişîne wê herêm ber bi karesetek mirovî ve biçe.”

Leave a Reply

Back to top button