Vê sibê dewriyeyeke Rûsî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji balafirgeha Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû. Tê payîn ku dewleta Tirk a dagirker û Rusya li deriyê sinor bicivin.
Li gorî civîna di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku duh li Enqerayê pêk hatiye, li ser derketina dewriyeyên hevbeş ên di roja înê de li hev kirin e.
Li gorî agahiyên nûçegihanên me, dewriyeyeke hevbeş a Rûsî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji balafirgeha Qamişlo derket û ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû.
Tê payîn ku hêzên tevlî dewriye bûne, bi leşkerên artêşa Tirk a dagirker re li deriyê sînor, bicivin.
Di 22`ê Cotmehê de di navbera serokê Rûsyayê Viladimir Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan de biryara dewriyeyên hevbeş hatibû girtin.



