Şerdariya Gel a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye civîna xwe ya salene li darxist.
Di civînê de têkîldarî herdu taxan biryarên girîng hatin girtin.

Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hêzên leşkerî û rêveberên Şaredariya Gel a kantona Şehba û Efrînê, beşdarî civînê bûn.

Hevserokatiya Şaredariyên Taxaên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Egîd Mihemed balkişand ser projeyê şaredariyê ku vê salê pêk anîne û got:

“Şaredariyê, li gor derfetên xwe hezar û 206 metre torên kanalîzasyonê bi yên nû guhertine.

Giliyên welatiyan bi hevkariya meclisên xizmetguzariyê şopandin.”

Mihemed diyar kir tevî dorpêça hikumeta Şamê jî Maliya Giştî û stasyona sotemeniyê hewl didin mazotê bi nirxên guncew peyda bike.

Endamê nivîsgeha fenî Ednan Caro jî têkildarî rewşa dorpêç, kar û xebatên şaredariyê got:

“Tevî astengiyan û dorpêçê jî kar heta astekê baş dimeşe.

Em hêvî dikin ku senaryoya astengiyan, sala bê dubare nebe ji bo ku em bikarin plansaziya xwe bînin cih.”

Di Civînê de ev birayr hatin girtin:

“Lidarxistina perwerdeyên taybet.

Erêkirina hevpeymana civakî û amadekirina hilbijartinan.

Şopandina kar û xebatên sererastkirina taxan.

Back to top button