Emerîka ji bo qirkirina Kurdan li hember Erdogan nesekinî

Berpirsekî Emerîkî payebilind birêveberiya Emerîkayê ji ber nerawestandina êrîşên dewleta Tirk li ser bakurê Sûrî rexne kir û diyar kir ku dewleta Tirk sûcên şer li wê herêmê dike.

Cîgirê nûnerê Emerîkî yê Koalîsyona navdewletî William Roebuck bîrnameyek hundirîn nivîsand û tê de got:

Emerîka hewl neda rêkarine bihêztir ji bo Erdogan bisekinîne, bike.

William Roebuck, di bîrnameya xwe de diyar kir ku tiştê Tirkiyê li bakurê Sûrî dike, ji bilî sûcên şer an qirikirineke nijadî, em nekarin ti navên din lê bikin.

Der barê van sûcan de jî, berdevka wezareta derve ya Emerîkî ragihandibû ku welatê wê raporên binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî cidî lêkolîn dike.

Leave a Reply

Back to top button