Koalîsyona Navdewletî: Em DAIŞiyên ku li rex Tirkiyê şer dikin, lêkolîn dikin

Berdevkê Koalsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê Malîz Kagînz ragihand ku bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkoşîna Koalîsyonê a li dijî DAIŞ’ê berdewam e û tekez kir ku wan hêzên xwe ji ser sînor kişandine, ji ber ku parastina sînor êdî nema erka wan e.

KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ: HEVKARIYA ME BI QSD’Ê RE DEWAM E Û TÊKOŞÎN XURTIR DIBE

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel, Berpirsê Buroyê Ragihandina QSD’ê Mustefa Balî û Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê Malîz Kagînz îro li hev civiyan.

Piştî civînê li navenda koalîsyonê ya di navbera Hesekê û Til Temirê de daxuyaniya çapameniyê dan.

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî Malîz Kagînz axivî û got:

KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ: QSD’Ê LI ŞÛNA CÎHANÊ ŞERÊ TERORÊ KIR Û EV YEK NAYÊ JIBÎRKIRIN

QSD’ê li şûna cîhanê şerê li dijî terorê kir û em qet berxwedaniya QSD û şêhîdên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ji bîr nakin.

Malîz Kagînz diyar kir ku hevkariya Koalîsyonê li gel QSD’ê berdewam e û di têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê de wê hevkariya xwe ya bi QSD’ê re xurttir bikin.

KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ: EM DAIŞ’IYÊN KU LI REX TIRKIYÊ ŞER DIKIN, LÊKOLÎN DIKIN

Her wiha Berdevkê Koalîsyonê têkildarî çeteyên DAIŞ’ê û El-Qaîda yên ku niha li rex artêşa dewleta Tirk a dagirker şer dikin jî tekez kir ku ew niha agahiyan der barê mijarê de kom dikin.

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî Malîz Kagînz der barê vekişandina hêzên koalîsyon ji ser sînor jî wiha axivî:
KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ: PARASTINA SÎNOR NE KARÊ ME YE
Armanca me ya sereke şerê li dijî DAIŞ’ê ye û parastina sînor ne karê me ye, lewre niha me hêzên xwe li herêmên ji Hesekê heta Dêra Zorê belav dikin.

BERPIRSÊ RAGIHANDINA QSD’Ê MISTEFA BALÎ:
DIVÊ PARASTINA GIRTÎGEHÊN DAIŞ’Ê WERE BIHÊZKIRIN

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD’ê Mistefa Balî jî da xuyakirin ku girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê di wan de ne, pêwîstiya xwe bi parastineke lezgîn hene, ji ber ku ev girtîgeh ne guncaw in û divê girtîgehin parastî û asê bên avakirin.

Leave a Reply

Back to top button