DI BERSIVDAYÎNA QSD’Ê DE 31 DAIŞ’Î HATIN KUŞTIN

28’ê Cotmehê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Kobanê û Girsê Spî QSD’ê Pêngava Bagara Cizîrî a li dijî çeteyên DAIŞ’ê rawestand.

Çeteyên DAIŞ’ê ku ev weke fersendekê dîtin êrîşî şervanên QSD’ê kirin.

Hêzên QSD’ê êrîşa çeteyên têk birin û bi kêmanî 31 çete hatin kuştin.

Doh çeteyên DAIŞ’ê êrîşên dijber birin ser navendên QSD’ê yên li bakur û bakurê-rojavayê bajarokê Hecînê.

Çavkaniyê ragihand, çeteyên DAIŞ’ê di êrîşê de erebeyên bombebarkirî û yên doçka li ser bi kar anîn.

Her weha diyar kirin ku di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şer bi saetan heta ber êvarî dewam kir.

Heman çavkaniyê diyar kir ku şervanên QSD’ê êrîşên çeteyan têk birin.

Di encamê de erebeyeke bombebarkirî û yek doçka li ser teqandin, û bi kêmanî 31 çete kuştin û êrîşkarên din jî reviyan.

Leave a Reply

Back to top button