Ji NPG’ê Mizgîniya Newrozê: Derfetên me çêbûn ku SÎHA’yan bêbandor bikin

Nebiyên Kawayên Hesinkar bi têkoşîna xwe dehaqên serdemê têk dibin.
Fermandariya Biryargeha NPG’ê Mizgîniya Newrozê eşkere kir.
NPG’ê got: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûne xwedî wê derfetê ku balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) bêbandor bikin.Hêzên me bi giştî 15 SÎHA anîn xwarê.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) mizgîniya Newrozê bi daxuyaniyeke eşkere kir.

NPG’ê cejna newrozê di serî de li Rêber Apo pîroz kir û got:

“Cejna Newrozê beriya her tiştî li Rêber Apo pîroz dikin ku fikir, îrade, ruh û berxwedêriya azadiyê da me.”

NPG’ê Mizgîniya Newrozê: Makîneyên mirinê SÎHA’yan bi sedan mirovên me qetil kirin

NPG’ê dazanîn ku dewleta Tirk a qirker ku pişta xwe bi SIHA girêda û xwest b teknîkê encam bigre lê gerîla vê yekê jî vala derxist û ev nirxandin kir:

“Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi van makîneyên mirinê li Başûrê Kurdistanê û Rojava li gelek deverên cuda li hemberî xelkê me yê bêguneh bi dehan êrîş kir, bi sedan mirovên me qetil kir. Lê wê êdî nikaribe encam bigre.”

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn xwedî wê derfetê ku SÎHA’yan bêbandor bikin

NPG’ê diyar kir ku gerilayên azadiyê derfetê ku SÎHA’yan bêbandor bike ditin û wiha domand:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha ruhê Newrozê nîşan da, plana dagirkeriyê ya faşîzmê ya li ser Başûrê Kurdistanê têk bir.

Tevî hemû hewldanên dijmin ên ji bo tecrîdkirina gelê me li qada navneteweyî, gelê Kurd sîstema fuze ya ji bo vî şerî pêwîst peyda kir û gihîşt wê astê ku dewleta Tirk bixe nava hevsengiyekê.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn xwedî wê derfetê ku SÎHA’yan bêbandor bikin. ”

NPG: Balafirên hatine xistin Bayraktar, Akinci, Aksungur, anka ye

NPG’ê dazanîn ku hêzên wan ji 13’ê Sibata 2023’an û vir ve15 SÎHA’yên bi cûreyên cuda anîn xwarê û ev agahî dan.

“Hêzên me li herêma Zanp, Qendîl, Garê 15 cûreyên balafirên bê mirov weke bayraktar, akinci, aksungur û anka yê anîne xwarê.

Dîmenên van balafirên bêmirov ku hatine xistin di destê me de ye.

Dîmen û belgeyên çalakiyan wê ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê re ji gelê me yê hêja û raya giştî re were weşandin.”

NPG: Dîmenê ketina SÎHA’yan hate qeydkirin, wê were weşandin

NPG’ê anî ziman ku di wê pêvajoya dîrokî de wê bi erkên xwe rabin û got:

“HPG’ê wê bi rola ku dikeve ser milê xwe rabe, bi armanca azadiya Rêber Apo wê li gorî ruhê demê li ser xeta rast wezîfeyên xwe yên demê bi serkeftî bi cih bîne.

Îro potansiyela me ya şerkirinê ya bi derfetên taktîk û teknîkê û performansa bilind, biryardariya me ya teqezkirina serkeftinê hîn xurttir bûye.”

Fermandariya Biryargeha NPG’ê herî dawî newroza gelê kurd û taybet jî berxwedêrên zîndanan, gerîlayên azadiyê pîşroz kir û got:

“Em Newroza 2024’an ku Newroza pêngaveke mezin a azadiyê yê”

Mûrad Karayilan Newroz li gelê Kurd û dostên wan pîroz kir

Back to top button